KOMKUJIYA LI KONYAYÊ
LI WELAT Û DERVEYÎ WELAT ÊRIŞ BI ÇALAKIYAN HAT ŞERMEZARKIRIN
Li bajarên Tirkiyê êrişên nîjadperest ên li hemberî kurdan zêde dibin.
Piştî li bajarê Konya Meramê di êrişa nîjatperest de 7 ferdên malbata kurd hatin qetilkirin li seranserî bajarên Ewrûpayê çalakî pêk hatin.
Li paytexta Swêd Stocholm e Kurdistanî li hev kom bûn û komkujî protesto kirin.
Kurdan li navenda bajarê Fransa Marsîlya jî li dijî komkujiyê çalakî lidarxistin û daxuyaniyek dan.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku berpisyarê vê komkujiyê desthilata AKP-MHP’ê ne.
Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger jî êrişên faşîst yên li dijî malbata Dedeogullari şermezarkirin.
Li Vîllîers le Bel ya Parîsê jî kurdistanî bi dirûşmen ‘şehîd namirin û kujer Erdogan’ êrîş protestokirin.
Ciwanên ku li pêşiya Komeleya Drancy jî li hev kom bûn bi meşeke girseyî êrişên li dijî malbatên Kurd şermezarkirin.
Di çalakiya li Dargûîgnan a Fransayê jî hate gotin, heta em ji hişmendiya faşîst tolê nehilînin em rûnenin.
Li bajarê Montpellîer yên Fransayê jî ciwan li hev kom bun û banga tevlîbûna çalakiya wê roja şemiyê bê lidarxistin kirin.
Kurdistaniyên li bajarê Freiburg ê Elmanyayê jî bi siloganan êrişa nijadperestî a li dijî malbata kurd Dedeogullari protestokirin.