Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Li Wanê êşkence li girtiyan dikin: Wê me bikujin

Girtî Veysî Bayat got zext û zordariya li ser wan di asta êşkenceyê de ye û got, ”Heke wiha bidomînin wê me bikujin.”

Li Girtîgeha Girtî ya bi Ewlehiya Jidiyayî ya Wanê zext û zordariya li ser girtiyan her ku diçe zêde dibe. Agahiyên ku girtî didin nîşan dide ku zext û zordarî bi asta êşkenceyê ne.

Ji girtiyan Veysî Bayat bi telefonê bi malbata xwe re axivî, diyar kir ku tehde li wan tê kirin û di halekî wiha de ye ku nikare biaxiv.

Abdullah Bayat, bavê girtî diyar kir kurê wî bi zorê diaxivî.

Bayat got, ”Qerdiyanan êrîş biriye ser kurê min. Bi zorê radibe û li ser piyan disekine. Her êvar saet 20:00’an qerdiyan bi ser koxuşan de digirtin û tundiyê li ser wan dikin. Kurê min got, ”Bi rengekî kuştinê êşkence li me kirin. Heke wiha bidome wê me bikujin.” Got êdî ew miriye. Bi heftiyan e êşkence li wan tê kirin û her êvar wan dibin odeyekê û êşkenceyê li wan dikin.”

Bayat diyar kir girtiyên siyasî dikin hedef û wiha domand: ”Kurê min got piştî ku midûrê girtîgehê guheriye êşkenceyê deset pê kiriye û zêdetir bûye. Nikarîbû biaxive û dema ku diaxivî pir zor lê dibû. Digot, ”xwe li xwe nagirim”. Nebirine nexweşxanê jî. Digot, ”wê me bikujin”.  Ma ev ne zilm e? Qey ji vê meztir zilm heye?”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv