Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Li Wanê bi hezaran Kurdistanî di mitînga 1’ê Îlonê de kom bûn

 

LI DIJÎ TECRÎDÊ AZADÎ!
LI WANÊ BI HEZARAN KURDISTANÎ DI MITÎNGA 1’Ê ÎLONÊ DE KOM BÛN

Bi wesîleya 1’ê Îlonê roja astiyê ya cîhanê li Wanê mitînga bi şîara ‘Li dijî tecrîdê aştî’ hat organîzekirin.

Ji bo tevlî mitînga astiyê û rakirina tecrîda li ser rêber APO bibin ji gelek bajarên Serhedê gel berê xwe da Wanê.

Welatî ji du baskan ve ketin parka Mûsa Anter.

Girse dema ket qadê dirûşmên ‘Bijî Serok Apo, Bijî berxwedana zindanan û jin jiyan azadî’ berz dikin.

Destpêkê endamên komîteya amadeke û hevserokên HDP’ê yên bajêr derketin ser dikê û gel silav kirin.

Koma Aryen û hunermend Nûrcan Degîrmencî jî bi stranên xwe reng dan mitîngê.

Paşê hevserokê DBP’ê Keskîn Bayindir axivî û qala tecrîdkirina Rêber APO kir.

Keskîn Bayindir da zanîn ku gel azadiya xwe di azadiya birêz Ocalan de de dibîne û ew ê ti carî tecrîdê qebûl nekin.

Herî dawî hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan jî xîtabî Serhediyan kir.

Pervîn Buldan bal kişand ser polîtîkayên rejîma faşîst û got, eger hûn behsa aştiyê bikin, pêşî divê hûn azadiya birêz Ocalan saz bikin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv