LI TIRKIYÊ PERGALA DÎKTATORIYÊ
ŞÎRKETA LÊKOLÎNÊ SWP’A ALMANYAYÊ TESPÎTÊN GIRÎNG KIRINE
Weqfa Polîtîka û Zanyariyê SWP ku saziyeke lêkolîn û ramanê ya Almanyayê ye der barê Tirkiyê de lêkolîneke balkêş kiriye.
Saziya navborî pergala dîktatoriya Erdogan xistiye ber lêpirsînê.
Ji SWP’ê Sînem Adar û Gunter Seufert der barê pergala dîktatoriyê ku Erdogan navê pergala hikûmeta serokkomariyê lê kiriye raporek amade kir.
Di raporê de ji bo vê pergala icûbe wiha tê gotin:
Êdî meclis xwedî hêzeke kêmtir e, sînorên veqetîna hêzan derb xwariye, daraz siyasî bûye, sazî hatine felckirin, pirsgirêkên ekomonîk zêde dibin û pêkanînên zordariyê tên meşandin.
Rapor balê dikşîne ser wê yekê ku li Tirkiyê mafên demokratîk û bingehîn bi paşketine.
Qanûnsazî hatiye lawazkirin, zext û gefa li ser parlamanteran jî zêde bûne.
Rapor der barê rewşa kambax de cih dide van tespîtan;
Destûra bingehîn tê binpêkirin, wisa lê hatiye ku axaftinên li meclisê jî dikevin ber şopandina cezakirinê.
Di raporê de tê destnîşankirin ku daraza Tirk a di bin hukma siyasetê de ye zirareke mezin dide demokrasiyê û wiha tê gotin:
Dozger û Dadger wisa li wan hatiye ku ditirsin biryareke bi serê xwe bidin.
Li aliyê din rapor bal dikşîne ser wê yekê ku pergala burokrasiyê jî hatiye felckirin.
Rapor îşaret bi wê yekê dike ku tayînên di nava burokrasiyê de ne li gorî liyaqatê, li gorî cemaetan û endamtiya partiyan tê kirin.
Rapor cihekî berfireh ji bo MÎT’ê jî veqetandiye û diyar dike ku
MÎT ji ber kirinên xwe bi mertaleke destnedanê tê parastin.
Rapor ji bo MÎT’ê wekî din dibêje; Erdogan MÎT’ê ne bi tenê ji bo şopandina burokrasiyê û muxalifan her wiha li dijî partiya xwe jî bi kar tîne.
Der barê erkên Erdogan de pênaseya ‘bêdawî’ tê kirin û ji bo aboriyê jî tê desnîşankirin ku tu hêviyeke ji bo başbûnê tine ye.