LI TEHRANÊ RÊJEYA ÎNTÎHARÊ ZÊDE BÛYE
DI NAVA 48 SAETAN DE 84 HEWILDANÊN ÎNTÎHARÊ RÛ DAN
Li paytexta Îran Tehranê, di 16 û 17’ê Nîsanê de, 84 bûyerên hewldana întîharê rû dan.
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Jinê NU JINHA’yê di nava 48 saetan de 84 kesî xwestiye dawî li jiyana xwe bîne.
Ajansê ragihand ku ji van 84 hewldanên întîharê, 12 kesan jiyana xwe ji dest dan û 15 kes jî li nexweşxaneyê tên dermankirin.
Hat diyarkirin ku yek ji sedemên herî mezin ên întîharên xizanî û betalî ye.
Ev hêjmar tenê yên eşkere kirê ne, tê texmîn kirin hê bi dehan bûyerên wisa hene ku nayê ragihandin.