Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Li Sûriyeyê 732 rojnamevan hatin qetilkirin

SOHR ragihand ku li Sûriyeyê ji sala 2011’an û vir ve 732 rojnamevan hatine qetilkirin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) têkildarî hejmara rojnamevanên Sûrî yên ku hatine qetilkirin ku bûyerên aloziya Sûriyê ji 2011`an ve dişopandin, daxuyaniyek da.

SOHR a ku agahiyên xwe spartin çavkaniyan, ragihand ku 13 rojnamevan ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve, 69 rojnamevanên Sûrî û di nav de çalakvanekî SOHR`ê ji aliyê çeteyên DAÎŞ`ê ve hatine kuştin, her wiha çeteyên DAIŞ`ê 5 rojnamevanên biyanî kuştine.

Li gorî SOHR`ê, çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam 18 rojnamevan kuştine. 38 rojnamevan li herêmên serweriya çeteyan hatine revandin û winda bûne.

SOHR`ê li gorî çavkaniyên xwe ragihand ku hikumeta Şamê rojnamevanên Sûrî yan ên ji nasnameyên din ku bi rêya çapemeniyê êrişî rejîmê dikin, siyasetên rejîmê red dikin an jî behsa dosyayên gendeliyê dikin, dor li wan teng kiriye û ew destgîr kirine.

Beriya çend rojan, rojnameya The New York Times bal kişandibû ser Austin Tice ku rojnamevanekî serbest e û efserekî berê yên hêzên deryayî yên Amerîkayê bû. Tice sala 2012`an dema ku erka xwe ya rojnamevaniyê li Sûriyê pêk dianî, winda bûbû. Wezîrê Karên Derve Antony Blinken gotibû ew girîngiyê didin dîtina Tice.

SOHR`ê da zanîn ku hêzên hikumetê û mîlîsên girêdayî wan 541 rojnamevanên Sûriyê kuştine, ji wan 7 rojnamevan jin in û 5 aktîvîstên girêdayî SOHR`ê ne.

SOHR`ê her wiha ragihand ku nêzî 552 rojnamevan di girtîgehên hêzên rejîmê de winda bûne.

SOHR`ê destnîşan kir ku 29 rojnamevanên ji Sûriyê bi êrişên balafirên Rûsyayê hatine kuştin, 56 rojnamevanên din jî di girtîgehên hikumeta Şamê de di bin îşkenceyê de hatine kuştin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv