“DEMA AZADIYA RÊBER APO YE”
LI STRASBOÛRGÊ KURD Û DOSTÊN XWE BANG LI KONSEYA EWRÛPAYÊ KIRIN
Bi pêngava ‘Dem Dema Azadiyê ye, Kurd û dostên xwe li Ewrûpayê her roj li qadan e.
Herî dawî jî li ser banga sazî û rêxistinên Kurdan gel bi daxwaza azadiya Rêber Apo berê xwe da bajarê Fransa Strasboûrgê.
Çalakgeran bi dayîna daxuyaniyekê dest bi xwepêşandanê kirin.
Hevseroka Navenda Civaka Demokratîk a Kurdên Swîsreyê Selma Surer ji ber bêdengiya wê ya li hemberî tecrîda giran a li dijî Rêber Apo Konseya Ewrûpa rexne kir.
Piştî daxuyaniyê girseyê berê xwe da avahiya Konseya Ewrûpa û têketina wê girtin.
Çalakgeran diyar kirin ku ew ê ji bo azadiya Rêber Apo li her deverê seferber bibin.
Gel demekê çalakiya xwe li vir domand.
Nobeta ji bo azadiya rêber APO wê heta 17’ê Kanûnê bidome.
Her roj wê ji welatekî cûda yê Ewrûpayê sazî û rêxistinên Kurd û dostên xwe çalakiyê dewr bigirin.