LI ŞIRNEXÊ ŞER
HERÎ KÊM ESKEREKÎ PISPOR HATIYE KUŞTIN
Li qadên çiyayî yên Şirnexê artêşa tirk dest bi tevgera dagirkeriyê kir.
Di şerê di navbera gerîla û eskeran de bi kêmanî eskerekî tirk hatiye kuştin.
Li gorî daxuyaniya rayedarên tirk di şer de eskerê bi pere Furkan Umut hatiye kuştin.
Li gorî çavkaniyan hejmara kuştî û birîndarên eskeran zêdetir in.
Piştî şer waliyê dagirker ê Şirnexê jî heta 15 rojan li Şirnexê lidarxistina çalakî û xwepêşandanan qedexe kir.