LI SÎNORÊN BELARÛS-POLONYA TRAJEDÎ
BI SEDAN KURD DI NAVBERA HER DU SÎNORAN DE ASÊ MANE
Kesê di dîmen de diaxive, welatiyê bi navê Ako Mecîd ê ji Başûrê Kurdistanê ye.
Ev dîmenê li ser ekranên we 7’ê Mijdarê qeyd kiriye.
Di dîmen de bi sedan kes xuya dikin û hemû jî Kurd in.
Bi taybetî Kurdên Başûrê Kurdistanê ne.
Ji Kerkûk, Çemçemal, Helebce, Silêmanî û gelek bajar û navçeyên Başûrê Kurdistanê Kurd li nava vê daristana dûrî welatê xwe ne.
Kurdên xwe gihandine Belarûsê dixwazin derbasî Polonyayê bibin û ji wir jî biçin Almanyayê.
Lê belê sînor li ber wan hatiye girtin û dewleta Belarûsê jî destûra vegera wan nade.
Di rojên borî de ciwanekî ji Başûrê Kurdistanê ji ber serma û birçîbûnê li vê derê jiyana xwe ji dest dabû.