Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Li Silêmanî ji bo Şehîd Şukrî Serhed konê sersaxiyê hat vedan

 

ŞOREŞGERÊ KURD YASÎN BULUT / ŞUKRU SERHED
LI SILÊMANÎ JI BO ŞEHÎD KONÊ SERSAXIYÊ HAT VEDAN

Dewleta Tirk a dagirker di sibeha 17’ê Îlonê de li navenda Silêmanî êrişek pêk anî.

Di êrişa MÎT’a Tirk de, Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê Yasîn Bulut bi nasnav Şukru Serhed şehîd bû.

Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê ya Başûrê Kurdistanê Ji Bo Şukru Serhed konê sersaxiyê danîn.

Konê sersaxiyê li Taxa Çarçira ya Silêmanî hat vedan, ku li vê derê êriş li dijî şehîd Şukru pêk hatibû.

Nûnerên partiyan, siyasetmedar, mamosta, rewşenbîr û bi sedan xelkê Başûrê Kurdistanê kom bi kom serdana konê sersaxiyê kirin.

LI SILÊMANÎ JI BO ŞEHÎD ŞUKRU KONÊ SERSAXIYÊ HAT VEDAN
HEVSEROKÊ YNK’Ê LAHOR ŞÊX CENGÎ SERDANA KONÊ SERSAXIYÊ KIR

Hevserokê YNK’ê Lahor Şêx Cengî jî serdana konê sersaxiyê kir.

ŞOREŞGERÊ KURD YASÎN BULUT / ŞUKRU SERHED
LI SILÊMANÎ JI BO ŞEHÎD KONÊ SERSAXIYÊ HAT VEDAN

Endam û rêveberên partiyan, siyasetmedar rewşenbîr û kesayetên serbixwe tevlî konê sersariyês bun sersaxî ji malbata şehîd re xwestin.

Û êrişa li dijî şoreşger Şukru Serhed bi tundî şermezar kirin û ev bang li gelê kurd û partiyan kirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv