Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Li Serhed û Heftanînê Çalakî

 

 

Gerîlayên HPG ûYJA Starê rojane derbên giran li artêşa Tirk a dagirker didin.
Gerîlayan vê carê li herêmên Heftanîn û Serhedê li dagirkeran dan.
Di çalakiyên gerîla de bi kêmanî 7 dagirker hatin cezakirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyan agahî dan.

LI SERHED Û HEFTANÎNÊ ÇALAKÎ
HPG: ESKERÊN DAGIRKERIYA TIRK JI ÇEPERÊN XWE REVIYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla û êrişên dagirkeriyê daxuyaniyek da.

HPG’ê destnîşan kir ku gerîlayan li Serhedê di salvgera PKK’ê de ji bo pîrozkirina Cejna Vejînê çalakî li dar xist.

Di heqê çalakiya bi taktîkên gerîlayên serdema nû pêk hat agahî tê dayîn:

1’ê kanûnê artêşa Tirk a dagirker li qada Demîrkapi ya herêma Glîdaxê ya Agiriyê bi yekîneyên veşartî dest bi êrişeke dagirkeriyê kir.

Hêzên me heman rojê yekîneyeke veşartî ya li qadê şopand.

Dagirkerên ku hate kontrolkirin, roja 2’ê kanûnê bûn hedefa çalakiya gerîla ya bi koordîne ya ji du baskan ve.

Di encama çalakiyê de dagirkerek hate cezakirin.

25’ê Mijdarê li herêma Glîdaxê ya Agiriyê, yekîneyeke dagirkeran a veşartî ji aliyê hêzên me ve hate kontrolkirin.

Hêzên me heman rojê li du çeperên dagirkeran xistin.

Ev çalakiya gerîla ji 2 baskan ve bi koordîneyî hate kirin.

Tîmên me yên êrişê bi lez bi ser çeperan de girtin û di nava 10 deqeyan de çeperên dagirkeran hatin xistin.

Herî kêm 2 dagirker hatin cezakirin. Dagirkerên mayî jî ji çeperên xwe reviyan.

Hêzên me yên ku ev çalakî li dar xistin û derbên giran li dagirkeran xistin, bêyî ku windahiyê bidin ji qada çalakiyê vekişiyan.

HPG’ê der barê şerê li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî dagirkeriya tirk tê meşandin jî ev agahî dan:

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê de li herêma Heftanînê;

17’ê Kanûnê li rêzegirên Koordîne yên qada Pîrbilayê, hêzên me yên YJA Starê li çepereke dagirkeran xistin.

Di encama vê çalakiyê de çeperek hate îmhakirin, dagirkerên tê de hatin cezakirin.

19’ê Kanûnê jî li dijî dagirkerên li Girê Koordîne yê li qada Pîrbilayê careke din çalakî hate lidarxistin.

Di encama vê çalakiyê de herî kêm 4 dagirker hatin cezakirin, çepereke dagirkeran hate îmhakirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv