LI ŞENGALÊ PÊŞBIRKA MARATONÊ
JINÊN CIWAN JI BO PIŞTGIRIYA PADÊ PÊŞBIRKA MARATONÊ KIRIN
Civaka Êzidî ku 74 ferman li pey xwe hişt, di nava 7 salan de ji bo avakirina jiyan û pêşerojeke azad, di nava tevgerê de ye.
Di encama van xebatên pîroz de dîwarên ku her fermanek ji bo jinan daye avakirin, yek bi yek tên rûxandin.
Jinên ciwan ên gundê Guhbel, ji bo di hilbijartinên Parlementoya Iraqê de piştgirî bidin PADÊ, pêşbirka bazdanê lidar xistinin.
Di pêşbirka ku 15 jinên ciwan beşdar bûn de, 2 xwişkên bi navê Ronya û Ruweyda Qasim bûn yekem û duyem.