Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Li Şengalê dengdan tê astengkirin

Di çarçoveya hilbijartinên giştî yên Iraqê de li Şengalê jî dengdanê dest pê kir. Lê belê li gelek navendên dengdanê bi hincetên teknîkî dengdan tê astengkirin.

Li Şengalê dengdanê li gorî dema herêmê saet di 07:00 de dest pê kir. Li 52 navendan li 427 sindoqan dengdan tê kirin. Bang li 68 hezar hilbijêrî hate kirin ku dengê xwe bidin.

Dengdêrên Şengalî bi baldarî çûn qadên dengdanê, lê li gelek deveran astengî derketin pêşiya wan.

Li gelek navendên dengdanê bi hincetên teknîkî dengdan hate rawestandin. Li gorî agahiyan li 21 navendên dengdanê dengdan hatiye rawestandin.

Her wiha hate ragihandin ku kesên dixwazin dengê xwe bidin namzetê PADÊ Şêx Semîr têne astengkirin.

Tevî vê yekê qerta dengdêriyê ji gelek kesan re nehate şandin.

Li gorî agahiyan li Xanesorê hin kesên nenas zextê li hilbijêran dikin ku dengê xwe bidin PDK’ê.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv