CEJNA ÇARŞEMA SOR
CIVAKA ÊZIDÎ XWEDÎ LI BAWERIYA XWE DERDIKEVE
Pirozbahiyen Çarşema Sor Li Şengalê destpekirin
Li geliyê Solaxê ya girêdayî Şengalê bi şahiyekê cejna Çarşema serê salê hate pîrozkirin.
Tevî hemû zext û gefên li ser Şengalê, civaka Êzidî li ser axa xwe, xwedî li baweriya xwe derdikeve.
Di baweriya Êzidiyatiyê de li gor salnameya kevn 7’ê Nîsanê cejna Feqîra ye.
Cejna Çarşema Sor ji bo Êzidiyan cejna herî naskirî ye.
Li gorî salnameya kevn her sal di yekemîn Çarşema meha Nîsanê tê pîrozkirin.
Li gorî baweriya Êzidiyan her sal xwedê ji bo xirabiyan ji holê rake, başî û xweşiyê di nav mirovan de belav bike melekekî rêdike ser rûyê erdê.
Cejna Çarşema Sor di nav civaka Êzidî de cejna herî kevn û mezine.
Li gorî ola Êzidiyan di meha Nîsanê de cîhan hatiye avakirin.
Di vê cejnê de Êzidî hêka dikelinin û bi rengê cûda dixemilînin.
Ew hêk jî temsîla nû avakirina gerdûnê dikin.
Êzî bi xwedî derketina li vê baweriya xwe herwiha xwedî li çanda xwe ya resen jî derdikevin.