Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Li Şehbayê welatiyê bi navê Elî Mihemed Hemreşo ji ber mayina dewleta Tirk jiyana xwe ji dest da

 

LI ŞEHBAYÊ MAYINA DEWLETA TIRK TEQIYA
WELATIYÊ BI NAVÊ ELÎ MIHEMED HEMREŞO JIYANA XWE JI DEST DA

Dewleta tirk a dagirker dîsa êrişî welatiyên berxwedêr ên Efrînê kir.

Vê sibê mayîna dewleta tirk li navçeya Şêrawa çandibû, bi Elî Mihemed Hemreşo ve teqiya.

Ciwanê 23 salî yê ji gundê Kilotê yê Şêrawa tevî hewldanên Heyva Sor a Kurd jî jiyana xwe ji dest da.

Li aliyekî din li taxa Eşrefiyê ya li navenda Efrîna dagirkirî jî 2 jê jin, 4 welatî ji aliyê dewleta tirk ve hatin revandin.

Heta niha derbarê aqubeta welatiyan de ti agahî nehat girtin.

Her ku diçe revandina sivîlan û xwestina fidyê zêde dibe.

Şêniyên Efrînê berî dagirkeriyê ji sedî 96-98 kurd bûn.

Lê bi guhertina demografyayê, koçberî, revandin û kuştinan li gorî hin çavkaniyan ji rêjeya şêniyên kurd daketiye ji sedî 22yan.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê ya Sûriyeyê dide zanîn ku ji destpêka dagirkeriyê ve bi kêmanî 7 hezar û 810 kes hatine revandin.

Ji wan, aqubeta 3 hezar kesî ne diyar e û gelek kes jî di girtîgehên dewleta tirk de ne.

ÊRIŞÊN LI SER KOÇBERÊN EFRÎNÊ Û ŞERÊ TAYBET Ê ENKS’Ê
ENKS HEWL DIDE DAGIRKERIYA DEWLETA TIRK REWA BIKE

Hemû kiryarên qirêj ên dagirkeran ji aliyê ENKS’ê ve tê rewakirin.

Berî demekê ji rêveberên ENKS’ê Abdulhekîm Beşar ê ku lingekî wî li Hewlêrê û lingek jî li Enqerê ye got:

”Îdîayên li ser sûcên li dijî mirovahiyê û sûcên şer ên dewleta Tirk ên li Efrînê nerast in’.

Niha jî ji bo dagirkeriya dewleta tirk rewa bike û ser sûcên şer binixûmîne ENKS zend û bendê xwe badaye.

Bi taybetî li Şehbayê şerê taybet dimeşîne û îdîa dike ku Efrînî dikarin vegerin.

Bi vî awayî jî dagirkeriyê rewa nîşan dide, dixwaze pêşî li berxwedana li Şehbayê bigre û Rêveberiya Xweser tasfiye bike.

Ji bo vê jî li ser şêniyên Efrînê yên li Şehbayê êrişan pêk tînin.

Di demên dawî de çend kesên bi derewên ENKS’ê xapiyan, çûn ketin destê çeteyan û hem ji canê xwe hem jî ji malê xwe bûn.

Hate zanîn ku welatiyê bi navê Didwan Ebdûrrahman piştî vedigere mala xwe, li gundê Mezin ê navçeya Mabeta ya Efrînê tê kuştin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv