Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Li RojAva Gel li Hemberî Êrîşên Dewleta Tirk li Ser Piyan e

 

Li bajarê Amûdê jî li hemberî êrîşên dewleta Tirk gel daket kolanan.

Meş bi pêşengiya Kongreya Star hate lidarxistin.

Beşdarên meşê êrîş şermezar kirin û peyam dan ku ew ji têkoşînê paş ve gav neavêjin.

LI ROJAVA GEL LI HEMBERÎ ÊRÎŞÊN DEWLETA TIRK LI SER PIYAN E
LI BAJARÊ AMÛDÊ BI PÊŞENGIYA KONGREYA STAR MEŞ PÊK HAT

Şêniyên bajarê Amûdê li hemberî êrîşên dewleta Tirk yê li dijî Bakûr Rojhilatê Suriyê daketin kolanan.

Tevî nûnerên sazî û dezgehan, şêniyên navçeyê û gundên girêdayî wê bi sedan kes îro li Qada Jinê bûn.

Meş bi pêşengiya Kongra Star pêk hat û piranî jin tevlî meşê bûn.

Girseyê di meşê de bi pankart û dirûşmeyan êrîşên dewleta tirk û bêdengiya li hemberî êrîşan şermezar kir.

Meş heta Qada Şehîd Cîhad dewam kir û li vir veguherî mitîngê.

Di mîtîngê de li ser navê Kongreya Star daxuyanî hat dayîn û hat destnîşankirin ku dewleta tirk bi êrîşan vîna gelên herêmê hedef digire.

Beşdarên meşê jî peyam dan ku li hemberî êrîşan bi ti awayî paş ve gav navêjin.

LI ROJAVA GEL LI HEMBERÎ ÊRÎŞÊN DEWLETA TIRK LI SER PIYAN E
“BI ÊRÎŞÊN DEWLETA TIRK, EM BI TI AWAYÎ PAŞ VE GAV NAVÊJIN”

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv