Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Li Rişmilê şaredariya AKP’yî xaniyên şêniyan xera dike

 

LI RIŞMILÊ XANIYÊN ŞÊNIYAN TÊN XIRAKIRIN
ŞAREDARIYA AKP’YÎ ZEXTAN LI GEL DIKE

Şaredariya Rişmilê ya AKP’yî li taxên Gul û Tepebaşi yên Navçeya Mêrdînê Rişmilê di çarçoveya “Veguherîna Bajarvaniyê” de bi zorê dest datîne ser mal û milkên welatiyan.

Şaredariya AKP’yî bi vê yekê koçberiyê li ser şêniyên Rişmilê ferz dike.

Welatiyên taxê nerazîbûn nîşanî vê hewldana Şaredariyê dan.

Piştî şaredariyê av û ceyran ji ser welatiyan qut kir, xelkê navçeyê meşek li darxist.

Welatiyan di çalakiyê de xwestin ku Şaredarê AKP’ê Hayrettin Demîr îstifa bike.

Ji ber vê yekê şaredariyê zextên xwe li ser gel zêdetir kirin.

Li ser vê şeniyên Rişmilê bi navê “Gelê Mexdûr ê Rişmilê” daxuyanî dan û banga alîkariyê kirin.

Di daxuyaniye de anîn ziman ku Şaredarê Rişmilê Hayrettin Demir, li gel pêvajoya darazê didome jî dîsa li gorî xwe tevdigere û xaniyan xera dike.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

Di şertê şewba vîrûsê de bi zorê mirovan ji malên wan derdixin û dişinin ser mirinê.

Li Rişmile sûcê mirovahiyê heye. Şev nivê şervê xaniyan bi ser serê mirovan de xera dikin.

Gel nikare ji xizmeta av, ceyran û xizmetên bingehîn sûdê bigire.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv