KRÎZA ABORÎ YA LI TIRKIYÊ HEJMARA XIZANAN ZÊDE DIKE
LI QOSERÊ 2 JINÊN XIZAN ÊN BIRÇÎ RADIZÊN BANGA ALÎKARIYÊ DIKIN
Krîza aborî ya ji ber siyaseta şer a dewleta tirk bandoreke mezin li Bakurê Kurdistanê jî dike.
Hejmara xizanan her ku diçe zêde dibe.
2 jinên Qoserî ên nikarin derbara xwe bikin, banga alîkariyê dikin.
Şerîfe Yildirim a 80’ê salî ya li Qoserê bi serê xwe li xaniyek rûtûbet dimîne û tevî xizaniyê, gelek nexweşiyên Şerîfe Yildirim jî hene û lewma jî banga alîkariyê dike.
Sultan Damar a 77 salî jî li taxa Mezopotamya ya Qoserê dimîne.
Sultan Damar a tevî 2 neviyên xwe yên sêwî di nava tinebûnê de li vê malê dimîne, dibêje ku piştî krîza aborî êdî maaşa wê têrî 10 rojan nake û banga alîkariyê dike.