SALVEGERA PÊNGAVA 15’Ê TEBAXÊ
LI QENDÎLÊ CEJNA VEJÎNÊ HAT PÎROZKIRIN
Li Binarê Qendîlê 37’emîn salvegera pênaga 15’ê Tebaxê bi şahiyekê hat pîrozkirin.
Xelkê herêmê bi girseyî beşdarî pîrozbahiyê bûn.
Destpêkê li ser wate û giringiya rojê axaftin hatin kirin û li dijî êrişan banga yekîtî û hevgirtinê hat kirin.
Her wiha di pîrozbahiyê de peyama PKK’ê jî hate xwendin.
Di peyamên de şehîdên têkoşîna azadiyê hatin bibîranîn.
Û bang li herkesî hat kirin ku li dijî faşîzma AKP-MHP’ê ya ku li her deverê êrişî gelê Kurd dike têkoşînê mezin bikin.
Piştî axaftinan hunermend derkein ser dike û xwe pêşkêş kirin.
Welatiyan jî heta derengiya rojê li ber stranan govend gerandin.