Li dijî êrîşa hovane ya doh ku li Qamişlo pêk hat bi hezaran kes îro meşiyan.
Di meşê de herseke mezin li dijî dagirkeriya tirk a dagirker he bû.
LI QAMIŞLO ÊRIŞA DAGIRKERIYA TIRK
DI ÊRIŞÊ DE 3 FERDÊN MALBATA GULO ŞEHÎD BÛN
Dewleta Tirk a dagirker li ber çavên wan hêzên garantor Rûsya û Amerîkayê her roj êrişî Rojavayê Kurdistanê dike.
9 Mijdarê jî êrîşêke hovane pêk anî.
Bi balafirên biçek û bêmirov li taxa Hilêliyê wesaîta malbata Gulo kir hedef.
Di vê êrişê de welatparêzê Kurd Yûsif Gulo, neviyên wî Mazlûm û Mehmûd şehîd bûn.
Ji bo şehîdan doh danê êvarî merasîmek hat lidarxistin.
Birayê şehîd Yûsif, Ehmed Gulo di merasîmê de axivî.
ÊRIŞA DEWLETA TIRK LI DIJÎ 3 WELATPARÊZÊN KURD
BI HEZARAN KES LI DIJÎ ÊRIŞÊ MEŞIYAN
Îro jî bi hezaran Qamisloyî li dijî komkujiya doh daketin qadan û meşeke girseyî lidarxistin.
ŞEMSÎXAN GULO
“EM BI KOMKUJIYAN XELAS NEBÛN Û XELAS NABIN”
Ji ferdên malbatê Şemsîxan Gulo bi peyamên xwe û sekneke bêhempa bi rêya bernameya me ya Nivrojê bersiv da êrîşa dagirkeriya dewleta tirk.
Şemsixan Gulo diyarkir ku ew soz ji şehîdan re didin wê serkeftin a gelê kurd be.
Dayika Berxweder Şemsîxan bang li gelê kurd jî kir.