LI AVAŞÎNÊ ŞER GIRAN E
LI QADA TABÛRA EREBAN (KIRYA DÊRÊ) ŞEREKÎ DIJWAR DIQEWIME
Çavkaniyên me yên li herêmê têkildarî şer ev agahî dan:
Artêşa dewleta Tirk a hewl dide dagirkeriya xwe li herêma Avaşînê berfirehtir bike.
Ji bo vê yekê berê eskerên xwe da qada Tabûra Ereban bi navê din Kirya Dêrê.
Hêzên Parastina Gelê Kurdistanê bersiveke tund dan vê hewldanê.
Li ser bersivdayîna gerîla şerekî dijwar qewimî.
Ev şer heta bultena me dihat amadekirin jî dewam dikir.
HPG’ê têkildarî encama vî şerî hê ti agahî nedaye.