LI PASÛRA AMEDÊ Û GUNDÊN WÊ AV TÊ QUTKIRIN
ŞÊNIYÊN NAVÇEYÊ: JI BO ÇARESERKIRINÊ EM SERÎ LI DÎSKÎ DIDIN LÊ BÊ ENCAM VEDIGERIN
Dewleta Tirk ava navçeya Amedê Pasûrê û gundên wê timî qut dike.
Bi taybetî li 33 gundan bûye pirsgirêkek mezin.
Herî zêde jî gundên ku debara xwe bi sewalkarî û çandiniyê dikin zehmetiyan dikşînin.
Ji ber ku 15 rojan careke tenê 2 seetan ava gundiyan tê berdan.
Ev jî ji aliye dewletê ve li ser kurdan politikayek taybet e.
Gundî ji bo pirsgirêk çareser bibe gelek caran serlêdan kirine, lê her carê jî bê bersiv hatine hiştin.
Şêniya navçeyê diyarkir ku, dewletê ava wan qut kiriye hîna jî tên faturayê avê dibirin.