Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Li navendên Ewrûpayê bi dehhezaran kes daketin qadan

 

MEŞÊN PARASTINA KURDISTANÊ
LI NAVENDÊN EWRÛPAYÊ BI DEHHEZARAN KES DAKETIN QADAN

Li ser banga Înîsiyatîfa Parastina Kurdistanê li gelek navendên Ewrûpayê li dijî êrişên dagirkeriya Tirk li ser Kurdan û Kurdistanê çalakî pêk hatin.

Li Dusseldorfê serê sibê bi hezaran kes li ber gara navendî ya bajêr kom bûn û meşiyan.

Parlementerên Alman jî beşdarî meşê bûn.

Piştî meşê li rex çemê Raynê mitîngek hat lidarxistin.

Di axaftinan de hat gotin, heta rê li ber deewleta Tirk neyê girtin wê êrişên xwe û dagirkeriya xwe bidomîne.

Bi hezaran kesî her wiha bi meş û mitînga xwe bi rasthatina salvegera wê silav dan pêngava 15’ê Tebaxê.

Meş û mitîngeke din jî li Swîsre bi awayekî navendî li bajarê wê Zurîhê pêk hat.

Bi sedan Kurd û dostên xwe beşdarî meşa li vê derê bûn.

Çalakgeran di meşê de silav dan berxwedana gerîlayên HPG û YJA-Starê li çiyayên Kurdistanê.

Tevahiya meşê bi Almanî, Fransî û zimanên cûda behsa êrişên dagirkeriya Tirk ên li dijî Kurdan hat kirin.

Pêngava 15’ê Tebaxê jî di meşê de hat silavkirin.

Li paytexta Swêdê Stockholmê jî li dijî dagirkeriya Tirk meşa Parastina Kurdistanê pêk hat.

Tevî dostên Kurdan ên meş organîzekirin, gelek kes beşdarî çalakiyê bûn.

Li vir jî kesên axivîn bal kişandin ser girîngiya rê li ber girtina êrişên dagirkeriya Tirk.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv