Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên DawîPêngav

Li Metînayê 200 cerdevan îstîfa kirine

 

ÊRIŞÊN DAGIRKERIYA TIRK
LI METÎNAYÊ 200 CERDEVAN ÎSTÎFA KIRINE

Dagirkeriya tirk ji bo başûrê Kurdistanê dagir bike êrişên xwe bi dijwarî didomîne.

Êriş bi taybetî jî li herêmên weke Zap, Metîna û Avaşînê dewam dikin.

Li dijî van êrişan gerîlayên azadiya Kurdistanê bi fedayîtî li ber xwe didin û rê nadin dagirkeriyê.

Gerîlayên azadiyê bi taktîkên nû derbên giran li dagirkeran dixin.

Bi taybetî di çalakiyên gerîlayan yên dawîn de ji xeta Çiyayê Cûdî heta Heftanîn û Metînayê gelek esker hatin kuştin.

Çavkaniyên pêbawer ên herêmî diyar kirin ku şerê herî dijwar di 4 mehên dawî de li herêmê rû dane û qadên Zinara Kestel, Mizorê, Hirorê û Derarê yên herêma Metîna bi tevahî bûne qadên şer.

Çavkaniyên herêmî, dest nîşan kirin ku şerên ji 17’ê Tebaxê û vir ve dijwar bûne, piştî windahiyên artêşa dagirker û komên girêdayî wê zêde bûne, hatiye xwestin ku cerdevanan bixin dewrê.

Çavkaniyan, da zanîn ku li navend û navçeyên Qilaban, Elkê û Hezexê yên Şirnexê cerdevan hatine kom kirin û ji bo ku kemînan danin pêş de hatine şandin.

Li gorî agahiyên ji qadê piştî şerê 17’ê Tebaxê û zêdebûna windahiyên eskerî zêdetirî 200 cerdevanan îstîfa kirine.

Li gorî heman agahiyan li gundê Elemûne yê Qilabanê ku dikeve navbera Qilabanê û Çelê ku yek ji navendên fermandariya êrişan e, berê roja 5-6 caran top dihatin avêtin, lê di rojên dawî de ev avêtina topan derketiye 20’an.

Hate, destnîşankirin ku liv û tevgera helîkopteran jî di rojên dawî de bi avêtina topan zêde bûye helîkopter bi zêdebarî dewam dike.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv