GERÎLA BI PÊNGAVA “DEM DEMA AZADIYÊ YE” LI DAGIRKERAN DIDE
LI METÎNA HÊZÊN PARASTINA HEWAYÎ YÊN Ş. DELAL DU CARAN LI DAGIRKERAN DAN
Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser Metîna û çalakiyên gerîla yên li dijî êrişan jî ev agahî dan:
24’ê Nîsanê Hêzên Parastina Hewayî yên Şehîd Delal Amed, bi Pêngava Dem Dema Azadiyê ye rabûn.
Dagirkerên xwestin li ser Girê Zendûra bi cih bibin du caran bi balafirên bêmirov kirin hedef.
Her du çalakî jî bi awayekî serketî pêk hatin.
25’ê Nîsanê artêşa dagirker bi helîkopteran esker danîn qada navbera Girên Zendûra û Elemûnê.
24’ê Nîsanê Girê Hekarî, Girê Zendûra, Koordîne û qada Derarê bi balafirên şer, topên obûs û helîkopterên kobra hatin bombekirin.
Heman rojê Girê Amêdiyê, Gundê Bazê yê Kanîmasî, Gundê Bêpalan û Dola Bedrana yên Qendîlê, qadên Sida û Kûnişka yên Zapê û qada Goşînê ya Xakurkê bi balafirên şer hatin bombekirin.