Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Li Mêrdînê xebatên yekîtiya neteweyi 25.02.2021

 

LI MÊRDÎNÊ “XEBATÊN YEKÎTIYA NETEWΔ
SALÎHA AYDENÎZ: JI BO AZADIYA RÊBER APO Û YEKÎTIYÊ EM Ê TIM LI QADAN BIN

Hevserok û nûnerên KCD, TJA, DBP û HDP’ê ji 16’ê Sibatê ve li Mêrdînê bû.

Heyet çû serdana navçe û gundan û ji bo Yekitiya Netewî xebat meşandin.

Herî dawî heyetê xwest li parka Azadî ya li Qoserê meşekê pêk bîne û daxuyaniyekê bide.

Lê polîsên dewleta Tirk dor li gel girtin.

Li ser van astengiyan heyetê li ber avahiya HDP’ê daxuyaniyek dan.

Hevseroka DBP’ê Salîha Aydenîz nerazîbûn nîşanî astengiyan da û got.

Îro tevî ewqas dorpêç û astengiyan jî em li vir kom bûne.

Li şûna barîkatan datînin pêşiya me biçin deynin pêşiya faşîzm û kujeran.

Hevseroka DBP’ê bal kişand ser girîngiya berxwedana li dijî faşîzmê û Yekîtiya Netewî û wiha got:

Emê bi serkevin. Bila şik û gumana ti kesî ji vê yekê nebe.

Gelê Kurd serî netewand, çok danenî û danayne bila ev yek ji wan re bibe kul û derd.

Salîha Aydenîz da zanîn ku sebeba tevahiya pirsgirêkên li Tirkiyê tecrîda li Îmraliyê ye.

Îro tecrîda li Îmraliyê çawa li tevahiya Tirkiyê belav bûye em dibînin.

Heke dixwazin ji krîzan derkevin divê demildest deriyê Îmraliyê vekin û tecrîda ji ser birêz Ocalan were rakirin.

Salîha Aydenîz destnîşan kir ku dawiya rejîma faşîst a AKP/MHP’ê nêze û axaftina xwe wiha bi dawî kir.

Berpirsiyarê tiştên li Garê qewimî îqtîdar bi xwe ye.

Li Garê çi qewimî ?

Li Garê têkçûna îqtîdarê qewimî.

Divê hûn ewilî hesabê Garê, Roboskî, Cizîr û Sûrê bidin.

Piştî wê derkevin biaxivin.

Dev ji astengkirina siyaseta demokratîk berdin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv