LI KONYAYÊ KOMKUJIYA NIJADPEREST
KOMEK NIJADPERESTÊN TIRK ÊRIŞÎ MALBATEKE KURD KIRIN
Koma nijadperest a derdora 60 kesî, bi dirûşma “Em ulkucî ne, em ê nehêlin hûn li vêderê bijîn” êriş kiribûn.
Piştî vê bûyera hovane, parêzerê malbatê Abdurrahman Karabulut çû ser cenazeyên qurbaniyan û isyana xwe ya li hemberî hikimet û edaleta tirk wiha anî ziman:
“Beriya çend mehan dema êrişa yekem pêk hat, me got bila êrişkar werin girtin, bila cezayê wan çi be were dayîn. Lê edalet li gorî erka xwe tevnegeriya, rayedarên hukumetê sivik tevgeriyan.
ÊRIŞA NIJADPERESTÊN TIRK YA LI SER MALBATA KURD
“BI QASÎ ÊRIŞKARAN, RAYEDARÊN HUKUMETÊ JÎ BERPIRSIYAR IN”
Edaleta dewleta tirk di şûna ceza kirinê de nijadperest parastin. Îro ji kuştina van 7 kesan, bi qasî kujeran, rayedarên hukumetê jî berpirsiyar in.”
Kesên ku di êrişê de hatin kuştin navên wan wiha ne:
Yaşar Dedeoğullari
Barış Dedeoğullari
Serpil Dedeoğullari
Serap Dedeoğullari
İpek Dedeoğullari
Metin Dedeoğullari
Sibel Dedeoğullari