LI KOLNÊ HUNERMENDÊN KURD LI HEV CIVIYAN
“LI DIJÎ DAGIRKERAN, BI YEKÎTIYÊ WÊ GELÊ KURD BI SER KEVE”
Hunermendên Kurd ên ji çar beşên Kurdistanê li bajarê Almanya Kolnê li hev civiyan.
Hunermendên ku ev demeke li dijî dagirkerî û şerê Kurd bi Kurd dinava tevgerê de careke din bang kirin.
Destpêkê Hozan Diyar axivî û got, bêyî em dereng bikevin, divê em şev û roj ji bo Yekîtiyê bixebitin.
Hunermend Hekîm Sefkan jî îşaret bi xeteriya şerê Kurd bi Kurd kir.
Hunermend Seydxan jî wiha axivî..
Hunermend Canê jî da zanîn ku ji wan were xwestin ew ê ji bo doza Kurd û Kurdistanê bikin.
Piştî hunermendan yek bi yek nêrîna xwe anîn ziman herî dawî Şivan Perwer axivî.
Şivan Perwer got, ti xêra şerê navxweyî ji Kurdan re nîne, rêya herî maqûl danustendin e.