LI KILÎS A BAKÛRÊ KURDISTANÊ VEDÎTIN
ŞÛNWARÊ 4000 SALÎ YA BERHEM DERXISTINA RÛNA ZEYTÛNAN HAT DÎTIN
Li Kilîs a Bakûrê Kurdistanê şûnmaya 4000 sal kevin a kargeha zeytûnan hat dîtin. Lêkolînerên beşa tûrîstîkê ya zanîngeha Gazîanteb a Dîlokê ji binê axê çalên kompleks derxistin holê, ku jimareyeke mezin a tuvikên hişk buyî yên zeytûnan di nava xwe de dihewîne. Ji wê yekê û struktura şûnmayê diyar dibe ku ev kargeh berya 4000 salan ji bo hilberîna rûna zeytûnan hat karanîn. Kilîs li serxetê bicih e û berya peymana Lausanne ku Kurdistanê dabeş kir, girêdayî Efrînê bu.