Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Li Kerkûkê tundiya li jinê zêde bûye: 50 xwekuştin

Ofîsa Kerkûkê ya Komîsyona Bilind a Mafê Mirovan a Iraqê ragihand di 6 mehên pêşî yên salê de 50 jinî xwe kuştiye û 286 rûdanên tundiyê çêbûne.

Rêxistinên mafê mirovan li ser mijara ku li Iraqê û Başûrê Kurdistanê tundî û zexta li ser jinan zêde bûye, hişyariyê didin.

Li gorî Ofîsa Kerkûkê ya Komîsyona Bilind a Mafê Mirovan a Iraqê tenê li Kerkûkê di nav 6 mehan de bi kêmanî 50 jinî xwe kuştiye û 286 rûdanên tundiyê çêbûne. Ev tê maneya ku her heftî 2 jin xwe dikujin û 11 rûdanên tundiyê çêdibin.

Kerkûk sala 2019’an 89 jin û 17 jê mêr 106 rûdanên tundiyê çêbûye.

Komîsyonê diyar kir ji bo jinên ku tundî li wan têk irin stargeh nînin û ev problem li Bexda û Herêma Kurdistanê ya Federa jî tê jiyîn.

Li gorî raporê piranî jinên di ser 25 salî re bi rêya çekê xwe dikujin.  Serokê Ofîsê ya Kerkûkê got got wan rêveberiya Kerkûkê û saziyên têkildar agahdar kirine da ku çareyek were dîtin.

Her wiha Saziya Têkoşîna Dijî Tundiya li ser Jin û Malbatê ya Başûrê Kurdistanê 28’ê Îlonê bi dauyaniyekê ragihandibû ku Temûz û Tebaxê 4 jin hatine kuştin, 8 jinan xwe kuştiye û 7 jinan xwe şewitandine.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv