Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Li Kanadayê Serkeftina Jinan

 

Wê êdî jin Kanada birêve bibin.
Hikumeta nû ya Kanadayê hat ava kirin.
Ji wezareta Karên Derve bigire, heta Parastinê, jin di gelek beşan de hatin erkdar kirin.

LI KANADAYÊ SERKEFTINA JINAN
WEZARETA KARÊN DERVE Û PARASTINÊ JÎ KETE DESTÊ JINAN

Kanada wê ji aliyê jinan ve bê bi rêvebirin.

Hikumeta nû piranî ji jinan pêk tê.

Serokwezîrê Kanadayê Justin Trudeau di kabîneya xwe ya hikumetê de guhertinên nû çêkir.

Justin Trudeau wezîfeyên wezaretên karên derve û parastinê guhertin û li şûna mêran, jin bi cih kir.

Trudeau, Melanie Joly wekî Wezîra Karên Derve û Anita Anand jî wekî Wezîra Parastinê erkdar kir.

Chrystia Freeland jî ku li şûna Trudeau weke favorî tê nîşandan, Alîkara Serokwezîr û Wezîra Maliyê ye.

Hikumeta Lîberal a Trudeau ji sala 2015’an ji dema hilbijartinê û vir ve nîvê desteya wê ji jinan pêk tê.

Joly a 42 salî beriya niha Wezîra Pêşvebirina Aboriyê bû û beriya wê jî weke wezîra mîrasê wezîfe kiribû.

Anand a 54 salî jî duyemîn jine ku Wezîra Parastinê ye.

Beriya niha wezîra dabînkirinê bû û pêşengî ji hewldanên kirîna derziya li dijî Covid-19 re kir.

Trudeau aktîvîst Steven Guilbeault jî tevlî portfoyuna hawirdorê kir.

Lîberal li parlamenê xwedî 159 kursiyan e, lê belê bêyî piştgiriya partiyeke muxalefetê nikare qanûnekê bide qebûlkirin.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv