Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Li Kanadayê cardin gorê zarokan hat dîtin

 

LI KANADAYÊ CARDIN GORÊ ZAROKAN HAT DÎTIN
CENAZEYÊ 160 ZAROKAN LI HERÊMA BRÎTÎSH COLUMBÎA YÊ HAT DÎTIN

Demeke li ser hev agahiyên gorên bê nav yên zarokan ji Kanadayê tên.

Kanala fermî ya Kanadayê CBC ragihand ku li herêma British Columbia cezayê 160 zarokên nû yên bê nav hatiye ditîn.

Li gorî nûçeya CBC’ê derbarê gora nû hatî dîtin de ruspiyên êlê agahî dan civakên xwecihê yên First Nation ku cîranên hevin û bi vî awayî bi hebûna goran derketiye holê.

Cara yekê li herêma Brîtîsh Kolombiya li dora dibistana Kamplosê hestiyên 215 zarokên xwecî hatin dîtin.

Hin ji hestiyan yên zarokên 3 salî bûn ku tevî zarokên din bi zorê li dibistanê hatibûn perwerdekirin.

Kamplos, wekî gelek dibistanên şevîn, di dawiya sedsala 19’an de ji bo asîmîlasyona zarokên xwecî hatibû vekirin.

Dibistana Kamplosê ya li herêma Brîtîsh Colombiyayê, di destê Dêra Katolîk de bû û heta dawiya salên 1970’an vekirî bû.

Ev dibistan wekî gelek navendên din, zêdetirî sed sal wekî aşê asîmîlasyonê xebitî.

Li Kanadayê dibistana herî dawî ya asîmîlasyonê, di 1996’an de hat girtin.

Di 100 salên dawî de, bi sedhezaran zarokên xwecî bi darê zorê ji malbatê wan hatin girtin û li van dibistanan hatin perwerdekirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv