Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Li Iraq û Başûrê Kurdistanê êrişên DAIŞ’ê zêde dibin

 

LI IRAQ Û BAŞÛRÊ KURDISTANÊ ÊRIŞÊ DAIŞ ZÊDE DIBIN
DI NAVA ÇEND ROJAN DE HERÎ KÊM 20 KESAN JIYANA XWE JI DEST DA

Liv û tevgera çeteyên DAIŞ’ê ya li Iraq û Herêma Kurdistanê her ku diçe zêde dibe.

Şeva 27’ê Mijdarê çeteyên DAIŞ li herêma Germiyanê êriş bir ser noqteya pêşmergeyan.

Di encama vê êrişê de 5 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dan, 4 jî birîndar bûn.

Piştî wê bi rojekê çeteyan vê carê li navçeya Kifrî ya ser bi Herêma Germiyan avêt ser noqteya pêşmergan.

Êriş li nêzî bendava Bawe-Şaswar ya gundê Gubanê pêk hat.

Di êrişê de 2 pêşmergeyan jiyan xwe ji dest da û 2 jî birîndar bûn.

Çeteyên DAIŞ’ê şeva 2’yê Kanûnê li gundê Xidirce ya dikeve ser Herêma Mexmûrê, êrişî xelkê gund kirin.

Di êrişa ser gund de 3 birayan jiyana xwe ji dest dan, 4 kes jî birîndar bûn.

Piştî bûyerê pêşmerge ji bo bi hewara gund biçin dikevin rê.

Çeteyan li ser rêya gundê Nazî Kend ya Herêma Mexmûrê kemîn danî ber pêşmergeyan.

Di kemîna çeteyan de 2 jê fermandar 7 pêşmergeyan jî jiyana xwe ji dest dabûn.

Şeva 4’e Kanûn çeteyan vê carê êrişî gundê Lihêban ya ser navçeya Sergeranê ya Kerkûkê kir.

Şêniyên gund bersiva çeteyan dabû û şer qewimibû.

Ji bo parastinê gundiyan daxwaz ji artêşa Iraqê û pêşmergeyan kir ku bi hawaran wan ve biçin.

Lê kesî guh neda banga gundiyan.

Gundê bêparastin hatibû hiştin şevêdin dîsa bû hedefa êrişê çeteyên DAIŞ.

Gundiyan bersiv da êrişan çeteyan û heya derengiya şevê şer qewimî.

Çeteyên ku ketibûn nava gund hin xanî dan ber agir.
Bi bihîstina vê êrişê ve hêzên artêşa Iraqê û pêşmergeyan bêrê xwe dan herêmê.

Piştî êrişa DAIŞ’ê ku ti hêz bi hewara şêniyên gund ve neçûn, welatiyan îro di saetên êvarî de ji neçarî gundê xwe berdan.

Bi awayekî hemwext çeteyan li bajarokê Pirdê yê ser bi Kerkûkê ve êriş bir ser nuqteya pêşmergeyan.

Li gor agahiyên hatine bi dest xistin, di vê êrişê de 4 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest da pêşmergeyek jî birînda bûye.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv