Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Li Îmraliyê dîroka ‘bêhiqûqiyê’

 

LI ÎMRALIYÊ DÎROKA “BÊHIQÛQIYÊ”
JI HEZAR Û 817 SERLÊDANAN HEZAR Û 375 JÊ HATIN REDKIRIN

Rêber Apo ji 15’ê Sibata 1999’an ve ev 22 sal in li Îmraliyê tê tecrîdkirin.

Ji sala 1999’an ve ye, hevdîtina parêzeran a li Îmraliyê tim tê astengkirin.

Pergala tecrîdê ji 27’ê Tîrmeha 2011’an ve jî hatiye dijwarkirin.

Piştî 8 salan di 2-22’yê Gulan, 12-18’ê Hezîran û 7’ê Tebaxa 2019’an de Rêber Apo di encama berxwedanê de karî hevdîtin bi parêzerên xwe re bike.

Piştî van hevdîtinan hemû serlêdanên ji bo hevdîtinê tên astengkirin.

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, ji 1999’an heya niha ji bo hevdîtinê bi muwekîlê xwe re bikin, bi giştî hezar û 817 serlêdan kirine.

Ji van serlêdanan tenê 442 jê hatine qebûlkirin û hezar û 375 jî hatine redkirin.

Li gorî daneyan sal bi sal pergala tecrîdê jî dijwartibûye.

1999: 62 hevdîtin hatin kirin.

2000: ji 54 serlêdanan 34,

2001: ji 52 serlêdanan 18,

2002: ji 52 serlêdanan 18 jê hatin redkirin.

2003: ji 55 serlêdanan 35

2004: ji 53 serlêdanan 24

2005: ji 51 serlêdanan, 35

2006: ji 60 serlêdanan, 36

2007: ji 60 serlêdanan 30

2008: ji 56 serlêdanan 19

2009: ji 61 serlêdanan 11

2010: ji 65 serlêdanan 22

2011: ji 84 serlêdanan 23 bi hincetên cuda hatin redkirin.

Piştî hevdîtina 27’ê Tîrmeha 2011’an, deriyên Îmraliyê tam 8 salan ji bo parêzeran nehat vekirin.

Di 22’yê Mijdarê de jî parêzerên hevdîtin bi Rêber Apo re kirin hemû di bin navê “Doza KCK’ê” de hatin girtin.

Ji 27’ê Tîrmehê heya 31’ê Kanûna 2011’an 43 serlêdan hatin kirin. Hemû jî hatin redkirin.

Ji 2012’an heta dawiya 2015an, 410 serlêdan hatin kirin û giş hatin redkirin.

2016’an, tecrîda li Îmraliyê girantir bû û dîsa 124 serlêdanên hatin kirin gişt bi biryarên dadgehê hatin redkirin.

Bi tevahî 202 serlêdanên salên 2017 û 18 jî hemû hatin redkirin.

Çalakiya greva birçîbûnê ya bi pêşengiya Leyla Guven, di sala 2019’an de bi ser ket û parêzer piştî 8 salan çûn Îmraliyê.

Parêzer ewilî di 2’yê Gulanê çûn Îmraliyê hevdîtin pêk anîn.

Lê belê 2020an dîsa tevahiya 89 serlêdanên hatin kirin, hatin redkirin.

125 serlêdanên îsal jî heta niha bêbersiv hatine hiştin.

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv