Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Li Hewlêrê dijî nebûna xizmetguzariyê xwepêşandan

 

Niştecihên taxek Hewlêrê dijî danîna saetên ceyranê û nebûna xizmetguzariyê, daketin qadan û xwepêşandan kirin. Xelkê taxê dibêjin, 12 sale kolanên di nava taxa wan de nehatine qîrkirin.

Li Herêma Kurdistanê bi taybetî jî li Hewlêrê nerazîbûna dijî nebûna xizmetek baş ya ji aliyê Hikumeta Herêmê ve, dewam dike.

Nerazîbûn roj bi roj zêde dibe. Îro carek din niştecihên taxa Sîmxatûn Awa ya Hewlêrê dijî nebûna xizmetguzariyê û danîna saetên ceyranê rabûn ser xwe.

Xelkê taxê diyarkirin ku ew nahêlin saetên ceyranê li taxa wan were danîn, wek sedem jî dibêjin, ji ber ku pêwîstiya taxa me bi xizmetê heye, hîn jî rêyên di nava kolanên me de nehatine qîrkirin. Xelkê taxê dan zanîn ku 12 sale ew her zivistan di nava heriyê de diçin û tên.

Bi taybet xeklê taxê dibêjin pirsgirêka avê li taxa wan heye, bang li aliyên peywendîdar dikin da ku daxwazên wan pêkbînin, yan ewê rê li trafîkê bigrin.

Tê gotin dijî daxwazên welatiyên hêzek zêde ya leşkerî li derdora taxê hatiye bicihkirin.

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv