Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Li Hesekê operasyonên QSD’ê : Cihê şaneyeke veşartî ya DAIŞ’ê hat tespîtkirin.

 

LI HESEKÊ OPERASYONÊN QSD’Ê
CIHÊ ŞANEYEKE VEŞARTÎ YA DAIŞ’Ê HAT TESPÎTKIRIN

20’ê Çileyê çeteyên DAIŞ’ê yên ji Serêkaniyê, Girê Spî û Iraqê çûbûn Hesekê êrişî girtîgeha Xiwêran kiribûn, ku bi hezaran çete lê dihatin ragirtin.

Armanca DAIŞ’ê revandina bi hezaran çeteyî ber bi Serêkaniyê û Girê Spî ve bû.

Hêzên Sûriya Demokratîk bi Pêngava Gurzê Gelan bersiv dan vê hewldanê.

Hem li girtîgeha Xiwêranê û hem jî li nava Hesekê, QSDê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn gelek operasyon li dar xistin.

Di encama van operasyonan de bi qasî 4 hezar çete teslîm bûn, zêdetirî 200 çete hatin kuştin û 700 zarokên DAIŞ’î jî hatin rizgarkirin.

QSD li nava bajêr bi operasyonên xwe bi baldarî, li şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê digere.

Di çarçoveya van operasyonan de li Taxa Xiwêranê li nêzî dibistana Fatîme El Zehra şaneyeke DAIŞ’ê hat tespîtkirin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ew agahî dan, ku ev şane ji 5 çeteyan pêk tê.

Ji ber ku çeteyan gulebarandin, şervanên QSD’ê bersiv dan çeteyan û yek ji wan hat kuştin.

Têkildarî vê operasyonê û encamên wê, hê navenda ragihandinê ya QSD’ê daxuyanî nedaye.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv