Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Li herêmên ku dewleta Tirk dagir kirine polîtîkayên tirkkirinê kûrtir dike 25.10.2020

Dewleta Tirk ji dema ku herêmên Rojava dagir kirin ve, bi rêya ferzkirina zimanê tirkî û guhertina demografiya herêmê siyaseta tirkkirinê pêk tîne. Herî dawî peymangehên bi zimanê tirkî li Girê Spî vekirin.

Dewleta Tirk hewl dide zimanê xwe li bajarên ku li Rojava dagir kirine, ferz bike. Bi wê re jî tevahî mîsaq, qanûnên navneteweyî û nirxên exlaqî bin pê dike.

Ji dema dagikirina Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê ve, dewleta Tirk a dagirker zimanê xwe weke zimanê bingehîn ê meteryalên perwerdê ferz dike û ala xwe li dibistan, saziyên perwerde û sivîl hildaye.

Dewleta Tirk bi rêya vekirina peymangehên ziman, zimanê tirkî derbasî herêmên dagirkirî dike.  Di vê  dawiyê de gelek peymangehên fêrbûna zimanê tirkî li Girê Spî hatin vekirin.

Girêdayî mijarê, çavkaniyên taybet ji ANHA’yê re piştrast kir ku dewleta Tirk şêniyan bi wezîfeyan teşwîq dike da ku tev li peymangeh û zanîngehên Tirkiyê bibin. Ji wê zêdetir jî da ku malbat netirsin û zarokên xwe bişînin dibistanên Tirkiyê pereyên didin.

Çavkanî da zanîn ku meteryalên perwerde yên li wan herêman li Tirkiyê  li gorî siyasetên wê hatin çapkirin.

Çavkanî destnîşan kir ku di parkên zarokê de jî sembolên tirkî yan jî osmanî hene, li gel wê jî alên tirkiyê li ser dibistanan hene.

Çavkanî eşkere kir ku mamosteyên dixwazin perwerdê bidin, divê destpêkê weke şertekî bingehîne agahiyên li ser xwe bi zimanê tirkî pêşkêş bikin.

Li gorî çavkanî, li tevahî herêmên Sûriyê yên dewleta Tirk dagir kirine, madeya dîrokê ya ku itîlafa opozisyona Sûriyê pişta xwe didiyê heye. Ev made ji refa 12’an re ye. Di waneya yekemîn a dîrokê, tê de itîraf bi 21 wîlayetên ereb ji bo desthilata Osmanî dike. Her wiha tê de qanûna fermî heye û dibêje mêtîngeriya ewropî wîlayetên dewleta Osmanî dagir kirin, bi vê yekê îşaretê bi dewletên ereb dike ku wîlayetên osmanî ne.

Çavkanî diyar kir ku 49 xwendekarên ji şêniyên Girê Spî tev li zanîngehên Tirkiyê bûne û bi taybet zanîngeha Heranê, her wiha xwendekarekî tev li zanîngeha li Stenbolê bûye û gelek jî tev li zanîngeha li Enqereyê bûn. Li aliyekî din jî 30 xwendekar bi temenên cuda tev li peymangehên zimanê tirkî bûne.

Gelek peymangehên li Rihayê yên bi ser sînorê Sûriyê ve ragihand ku ew ê xwendekarên ereb ji fêrbûna zimanî tirkî pêşwaz bikin. Hedef jê jî belavkirina zimanê tirkiyê ye.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv