ESKERÊN ÎRANÎ ÊRIŞÎ KOLBERAN KIR
LI HERÊMA PARÊZGEHA URMIYEYÊ KOLBEREK HATE KUŞTIN
Kolbernewsê ragihand ku êriş li ser sînorê herêma Binar a parêzgeha Urmiyeyê ya Rojhilatê Kurdistanê çêbûye.
Hêzên Îranê êriş birin ser komek kolberan.
Di êrişê de kolberê bi navê Ebdulezîz Hacî Pur ê 43 salî jiyana xwe ji dest da.
Li gorî agahiyan Ebdulezîz Hacî Pur ê hatî kuştin xelkê gundê Çirîk Awa ya ser bi Mergewer a Urmiyeyê ye.
Her wiha bavê 3 zarokan e.