Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Li Herêma Botanê Tevgerên Artêşa Dagirker

 

Artêşa Tirk li girê Qertelê yê Avaşînê dest bi tevgereke nû kir.

HPG’ê ragihand, ku artêşa dagirker ji doh ve 17 caran li dijî gerîla çekên kîmyewî bi kar anî.

Hêzên gerîla jî ji aliyê xwe ve operasyon dan dest pêkirin. Cih bi cîh çalakiyan li dar dixin. Di şer de 3 esker hatine kuştin.

HPG’ê ragihand, artêşa Tirk ji tevgerên xwe yên li Bakurê Kurdistanê jî ti encam bi dest nexistiye.

LI GIRÊ QERTEL Ê AVAŞÎNÊ ŞER GIRAN E
HPG: JI DOH VE ARTÊŞA TIRK 17 CARAN ÇEKÊN KÎMYEWÎ BI KAR ANÎN
Navenda ragihandinê û çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê encamên pêşî yên şerê li girê Qertel ê Avaşînê eşkere kirin.

HPG’ê ragihand, ku 21’ê Cotmehê artêşa dewleta Tirk a dagirker ji qereqolên li ser sînor û balafirên şer ev qad bombe kiriye û ev agahî dan:

Şeva heman rojê, artêşa Tirk esker bi helîkopteran veguhestin Girê Qertel.

Serê sibê jî eskerên wê xwestin ber bi Qada Berxwedanê ya Girê Qertel ve biçin.

Di navbera hêzên me û dagirkeran de şerekî dijwar qewimî.

Hêzên me bi dehan caran dagirkerên li dora qada berxwedanê kirin hedef.

Artêşa Tirk a nekarî bikeve qada berxwedanê, danê nîvro 9 caran çekên kîmyewî bi kar anî.

LI GIRÊ QERTEL Ê AVAŞÎNÊ ŞER GIRAN E
HPG: DI ÇALAKIYÊN GERÎLA DE 3 DAGIRKER HATIN CEZAKIRIN

22’yê cotmehê piştî nîvro, hêzên me bi çalakiyên sabotajê li dagirkeran dan.

Di encama çalakiyan de herî kêm 3 dagirker hatin cezakirin û gelek ji wan jî birîndar bûn.

Şeva heman rojê û şeveqa 23’yê Cotmehê artêşa dagirker 8 caran Qada Berxwedanê Girê Qertel bi çekên kîmyewî bombe kir.

Ji şeva 22’yê cotmehê ve di navbera berxwedêrên me yên girê qertel û dagirkeran de şerê dijwar dewam dike.

LI HERÊMA BOTANÊ TEVGERÊN ARTÊŞA DAGIRKER
HPG: ARTÊŞA TIRK JI TEVGERÊN XWE YÊN TEBAX Û ÎLONÊ TI ENCAM BI DEST NEXIST

Navenda ragihandinê û çapemeniyê ya HPG’ê her wiha diyar kir, ku artêşa Tirk ji gelek tevgerên xwe yên li Bakurê Kurdistanê jî ti encam bi dest nexistiye.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn:

Artêşa dewleta Tirk a dagirker li dijî hêzên me yên li Herêma Botanê tevgerên dagirkeriyê yên berfireh li dar dixe.

Hemê tevgerên wê yên xwe dispêrin teknîka şer ji aliyê hêzên me ve vala hatin derxistin.

Dagirkerên ji van tevgeran ti encam bi dest nexistin, vekişiyan.

30’ê Tebaxê artêşa Tirk li navbera navçeyên Wanê Şaxê û Şirnexê Elkê, ber bi qadên Çelê Bûka û Toranisê yên herêma Katoyê ve dest bi tevgereke berfireh kir.

Eskerên Tirk bêyî ku encamê bi dest bixin roja din ji herêmê vekişiyan.

21’ê Îlonê artêşa Tirk vê carê berê xwe da qada Bindarê ya li Kato Xelîla li navçeya Wanê Şaxê.

Pêşî bi balafirên şer û helîkopteran bi dijwarî bombe kir û paşê esker danîn qadê.

23’yê Îlonê artêşa Tirk bê encam ji vê qadê jî vekişiya.

12ê Cotmehê jî li dijî Çelê Bûka û Ava Masîro tevgereke êrişê hat destpêkirin û ev jî 14’ê Cotmehê bê encam hat bidawîkirin.

HPG’ê wekî din ragihand, ku 22’yê Cotmehê qada Werxelê ya li Avaşînê ji qereqolên li ser sînor bombe kir.

Wekî din qadên Çemço û Kafya yên li herêmên parastinê ya Medyayê bi balafirên şer û ji qereqolên li ser sînor hatin bombekirin.

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv