Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Li hemberî Tirkiyeyê ambargoya S-400: Hewldana Erdogan a xwe bi Biden şêrîn bike neçû serî 06.04.2021

 

LI HEMBERÎ TIRKIYEYÊ AMBARGOYA S-400
HEWLDANA ERDOGAN A XWE BI BIDEN ŞÊRÎN BIKE NEÇÛ SERÎ

Hewldanên rêjîma Erdogan ên sererastkirina Têkiliyên bi rêveberiya Baydin re, vala derketin.

Yek ji nakkokiyên xuyangî yê di navbera Tirkiye û Amerikayê de projeya parasinê ya S400e ku beriya demekî rêvebiriya Enqerê ji Rusyayê kiribû.

Li ser nerazîbûna tund ya Amerikayê, Tirkiyeyê heta niha gelek caran beyan kiribû ku ewê vê sîstemê bikar neyinin.

Lê Waşîntinê baweriya xwe bi gotinên wê neanî û ambargoya di çarçoveya qanûna KATSAyê de xiste meriyetê.

Ev qanûn dewlet, kes, sazî rêxistin û rejîmên dijminê amerîkiyan hedef digre.

Bi gotineke din Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ji Tirkiyeyê re got; “tu dostê dijminê min î”.

Sîstema parastina hewayî S-400î bi xwe re, ambargoyek aniye.

Lê ev ambargoyeke sist e, ku tenê endusturiya parastinê ya Tirk kiriye hedefa xwe.

Weke ku li hemberî Îranê hate dîtin, ambargoyên Amerîkiyan ên gelekî bi tesîr jî hene.

Helwesta Waşîntinê li hemberî desthilatdariya AKPê eger girantir be, wê aboriya xeternak a Tirkiyeyê têk biçe.

Pêşiyê weke hercar Tirkiyeyê xwest bi van fuzeyan li hemberî Rêveberiya Baydin jî şantajê bike.

Dîplomasiya Tirkiyeyê bi eşkereyî digot eger amerîkî têkeliyên xwe yên bi YPG’ê re biqedîne, ewê S-400an bikar neynin.

Lê dîplomatên Amerîkî guh nedan Tirkiyê û gotin, ewê bi kurdên Sûriyeyê re xebatên hevpar bimeşînin.

Rêvebiriya Enqerê ku di şert û şantajan de bi ser neket, rabû vêcarê ji bo karibe tekili bi rêvebirya nu ya Amerikayê re deyne got, ewê S-400an bikarneyne.

Heta Wezîrê Parastinê yê Tirk Hûlûsî Akar gotibû ewê van fuzeyan bixin depoyê û weke mînak bibîrxistibû ku Qibrîs jî di dema xwe de sîstema S300 kirîbû û paşê li girava Krêta ya Yunanistanê bicihkiribû.

Amerîkiyan ev pêşniyaza Tirkiyê jî red kirin û pir vekirî gotin: divê ev fuze li ser erda wê tune bin.

Niha Tirkiye hewldide bi Rûsyayê re rê û rêbazeke bibîne ka çawa karibe van fuzeyên ku bi milyaran dolarî kirî ji destê xwe derbixe.

Ev jî bû yek ji wan projeyên vala ku zirareke mezin da butçeya gelên Tirkiyê.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv