Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Li gorî rapora azadiya olan, rewşa Tirkiyê ne ti rewş e

 

DEWLETA TIRK BI AWAYEKÎ SÎSTEMATÎK MAFAN BIN PÊ DIKE
LI GORÎ RAPORA AZADIYA OLAN, REWŞA TIRKIYÊ NE TI REWŞ E

Komîsyona Azadiya Olan a Navnetewî ya Amerîkayê USCIRF’ê rapora xwe ya ‘Azadiya Olî’ ya 2021’an eşkere kr.

Di raporê de hatiye pêşniyazkirin ku ku Tirkiye bila bikeve kategoriya ‘Lîsteya Şopandina Taybet.’

Herçî ev kategorî ye, welatên ku azadiyên olî ji aliyê hikûmetên wê ve bi awayekî cidî tên binpêkirin, dikevinê.

Li gorî raporê cureyên binpêkirinê yên ji bo vê kategoriyê wiha hatine rêzkirin; sîstematîk, domdar û seyr.

Rapor beşekî berfireh ji bo dewleta Tirk veqetandiye.

Li gorî raporê; binpêkirinên olî jî ji tîrmeha 2016’an ve zêde bûne.

Ev dîrok, di heman demê de dîroka şerê di navbera Erdogan û Cemaeta Gulan de ye.

Jixwe di raporê de jî ev tê bibîrxistin û wiha tê gotin;

Ji derdora Cemaeta Gulen 292 kes hatine binçavkirin.

Gelek rojnamevan û siyasetvan jî ketine ber vê xezebê.

Partiya li îktîdarê û şirîkên wê daxwaza “bila cemxane bibin cihên fermî yên taetê”, red dikin.

Li ser elewiyan jî dersa baweriya îslama sunnî ferz dikin.

Rapor destnîşan dike ku dewleta Tirk di sala 2020’an de gelek caran li derveyî sînorên xwe tevgerên eskerî meşandine.

Di raporê de di bin sernavê Sûriyê de jî gelek caran behsa binpêkirinên dewleta Tirk hatiye kirin.

Detayên di vê beşê de jî wiha hatine rêzkirin;

Dagirkeriya dewleta Tirk a li Bakurê Sûriyê ku qadeke berfireh e, bandoreke neyînî li ser gelê wê derê dike.

Ev dagirkerî gefek e li ser rêveberiya xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî.

Tirkiye herêmên sivîlan bi domdarî bombebaran dike û ji ber potansiyela wê ya berfirehkirina dagirkeriya xwe, rasterast gef û zextê li civak û baweriyên kêmar dike.

Di raporê de der barê çeteyên dewleya tirk ên bi navê ‘Artêşa Netewî ya Sûriyê’ jî tê gotin ku ev çete bi şîdeta olî, revandina mirovan ji bo fîdye, û xerabiyên din zirarekî mezin didin şêniyan.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv