HÊRSA LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ
LI GELEK NAVENDÊN EWRÛPAYÊ ÇALAKÎ HEBÛN
Kurdistanî û dostên xwe li gelek navendên Ewrûpayê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk daketin qadan.
Li paytexta Almanya Berlîne êrişa dagirkeriya Tirk a li dijî Avaşîn, Metîna û Zapê hat protestokirin.
Nûnerên gelek sazî û rêxistinên Alman jî beşdarî çalakiyê bûn û destek dan Kurdistaniyan.
Li Hambûrgê jî bi pêşengiya endamên tevgera cwanên Şoreşger çalakiyek hat lidarxistin.
Li bajarê Leipzigê Kurd li qadan bûn.
Kurdistaniyan bang li her kesî kirin, ku ji bo mezinkirina berxwedana gerîla li her deverê dakevin qadan.
Li herêma Drancy a peytexta Fransa Parîsê jî bi meşekê berxwedana gerîlayên HPG û YJA-Starê ya li dijî dagirkeriya Tirk hat silavkirin.
Di çalakiyê bang welatên Ewrûpayê hate kirin ku nebin şirîk û alîgirên dewleta Tirk a faşîst.
Li bajarê Lîmassol ê Kibrisê jî Kurd li dijî êrişên dagirker daketin qadan.
Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser qadên gerîla li paytexta Fînlandiya Helsînki jî hate şermezarkirin.