LI FRANSAYÊ QANÛNA EWLEKARIYÊ YA ŞOPANDINA HER KESÎ
KURD JÎ BI PÊKHATEYÊN FRANSA RE LI DIJÎ QANÛNÊ DAKETIN QADAN
Hukûmeta Fransa hewl dide, di demeke kin de qanûneke derveyî mafê mirovan bixe meriyetê.
Li hemberî vê yekê li seranserê vî welatî xwepêşandan tên lidarxistin.
Li seranserê Fransayê 200 hezar kes li dijî vê qanûnê daketin qadan.
Hêzên polîsan li gelek deveran êrişî çalakiyan kirin, li Parîsê 24, Lyonê 7, Nantê jî 3 kes hatin binçavkirin.
Her wiha hat ragihandin, ku 12 polîs û cenderme jî birîndar bûne.
Li Parîsê jî meşek hat lidarxistin û 15 hezar kes beşdar bûn.
Dîsa li bajarê Montpeylê meşek hat lidarxistin û li ser banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd, Kurd jî beşdar bûn.
Jinên Kurd jî li vir bi kampanya “ji bo darizandina dîktatorekî sed sedem” rabûn û îmze kom kirin, broşur belav kirin.
Li gorî organîzatorên xwepêşandanan… Heke ev qanûn bikeve meriyetê, wê hukûmet bikaribe her kesî bişopîne.
Qanûn li Parlemenê hatiye qebûlkirin û pêşkêşî senatoyê hatiye kirin.
Li gorî qanûnê, kî dîmenê hêzên ewlekariyê parve bike, heta salekê cezayê hepsê û 45 hezar euro dikare ceza lê were birîn.
Li ser nerazîbûnê xala 24’an a qanûnê ji nû ve hat nivîsîn, lê xwepêşandêr dixwazin, ku qanûn bi temamî were vekişandin.