Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Giştî

Li Ewrupayê çalakiyên yekîtiya Neteweyî didom in

 

Li bajarê Berlîn û Hambûrgê yên Elmanyayê û bajarê Den Haagê yê Hollandayê Kurdistanî tevî dostên xwe daketin qadan û daxwaza yekîtiya neteweyî kirin.

Berlîn

Li paytexta Elmanya Berlînê Kurdistaniyên ji çar parçeyên Kurdistanî tevî dostên xwe ji bo yekîtiya neteweyî meşiyan.

Meşê ji Hermanplatzê dest pê kir û destpêkê Hevserokê Meclîsa Navenda Civaka Kuridstaniyên Azad Erhan Firat axivî.

Piştre belavoka komîteya amadekar hate xwestin.

Siyasetmedarê Kurd Huseyîn Yilmaz piştre axivî û got, “Êdî yên xwe ji yekîtiya neteweyî vebigirin wê ji aliyê gelê Kurd ve ti carî neyê efûkirin.”

Meş li meydana Kottbûser Tor bi dirûşmên “Terorîst Erdogan”, “Terorîst Tirkiye” û “Yeke yeke yeke Kurdistan yeke” bi dawî bû.

Hambûrg

Bi heman armancê li bajarê Hambûrgê yê Elmanyayê jî çalakiyek hebû. Kurdistanî tevî dostên xwe li navenda bajêr li hev kom bûn.

Parlamenterê Hambûrgê yê Partiya Çep Martîn Dolzer destnîşan kir ku êrişa li dijî sivîlên li Rojava sûcê li dijî tevahiya mirovahiyê ye.

Den Haag

Li bajarê Den Haag ê Hollandayê Kurdistaniyan ji bo yekîtiya neteweyî çalakiyek pêk anîn.

Mîtîng li meydana Malîveldê pêk hat û girîngiya yekîtiya neteweyî ji bo gelê Kurd hate destnîşankirin. Di çalakiyê de belavok hatin xwendin û dirûşma “Yeke yeke yeke Kurd yeke” hate qîrin.

Ev jî hatin dîtin

Nûçeyên Şevê

Stêrk Tv

7.00 Sterka Sibe 26.01.2022

Stêrk Tv

Rêber Apo: Divê PKK ji niha û şûnde rola xwe bi serkeftî pêk bîne

Stêrk Tv

Li ser medyaya dîjîtal wê kampanyaya ‘Azadî ji bo Abdullah Ocalan’ dest pê bike

Stêrk Tv

لە هۆڵەندا ئاهەنگی کلتوری و هونەری کوردی ناونەتەوەیی بەڕێوەچوو

Stêrk Tv

18:45 Cenga Xabûr – Bager Başkale 22.09.2021

Stêrk Tv