LI EFRÎNÊ ZILMA DEWLETA DAGIRKER
LI ŞÊRAWA ZÊDETIRÎ 950 DARÊN ZEYTÛNAN HATIN BIRÎN
Dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî şênî û xwezaya herêma Efrînê her roj sûcan dikin.
Li gorî çavkaniyên xwecîhî çeteyên dewleta dagirker li herêma Şêrawa dest bi birîna darên zeytûna kirine.
Çeteyên bi navê El-Hemzat li gundên navçeya Şêrawa heya niha zêdetirî 950 darên zeytûnan birîn e.
Darên tên birîn jî li bazarên Tirkiyê wek êzing tên difirotin.
LI EFRÎNÊ ZILMA DEWLETA DAGIRKER
ÇETEYAN WELATIYÊ BI NAVÊ REŞÎD MENAN SEYDO REVANDIN
Heman çavkaniyê ragihand ku çeteyên dewleta tirk li herêmê sivîlan jî direvînin.
Çeteyên girêdayî Îstixbarata Tirk li navçeya Cindirêsê avêtin ser malên gundiyan.
Di serdegirtina malan de çeteyan welatiyê bi navê Reşîd Menan Seydo revandin.
Li gorî çavkaniyên xwecîhî welatiyê ji taxa El-Tehtanî hatî revandin ber bi gundê Axcelê yê Cindirêsê ve hatiye birin.