Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Li Efrînê terora dewleta tirk : dewleta tirk 11 sivîlên din revandin

 

LI EFRÎNÊ TERORA DEWLETA TIRK
DEWLETA TIRK 11 SIVÎLÊN DIN REVANDIN

Dewleta Tirk a dagirker her roj li Efrînê sivîlan direvîne.

Hat ragihandin ku herî dawî 11 sivîlên din hatin revandin.

Aqubeta van kesên revandî heta niha nayê zanîn.

Dewleta Tirk li Efrînê welatiyê Fewzî Neşet Hesen ji gundê Gewrika Jorîn ê navçeya Mabata revandin û nayê zanîn birine ku derê.

Di 8’ê Tebaxê de jî dewleta Tirk û çeteyên wê gelek şêniyên ji gundê Çolaqa yê navçeya Cindirêsê revandin.

Navên kesên ku hatine revandin wiha ne:

Hisên Abdurehman Osman ê 68 salî, Izet Mihemed Osman ê 58 salî, Xelîl Izet Osman ê 23 salî, Mistefa Elûş ê 46 salî, Osman Mihemed Reşo ê 65salî û jina bi navê Ferîde Ebdo a 35salî.

Aqubeta van kesên revandî heta niha nayê zanîn.

Herwiha di 18’ê Tebaxê de 2 şênîyên din ji gundê Çolaqa hatin revandin.

Navên wan wiha ne: Mihemed Nûrî Şêxo ê 50 salî û Abdurehman Nûrî Şêxo ê 45 salî.

Derheqê aqubeta wan de jî ti agahî tine ne.

Derbarê Rocan Hisên ê 28 salî ji gundê Çolaqa ku beriya mehekê ve hatiye revandin jî ti agahî nehatin girtin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv