LI EFRÎNÊ HOVÎTIYA DEWLETA TIRK Û ÇETEYÊN WÊ
DI NAVA MEHEKÊ DE BI DEHAN CARAN ÊRIŞÎ HERÊMA ŞEHBAYÊ KIRIN
Dewleta Tirk a ku bajarê Efrînê dagir kiriye bê navber herêma Şehba ya koçberên Efrînê lê ne topbaran dike.
Dewleta tirk hejmareke mezin êrişan lidar dixe.
Têkildarî van êrişan berdevkê rêxistina Mafên Mirovan a herêma Efrînê Îbrahîm Şêxo ji televîzyona me re axivî.
Xelkên Efrînê jî biryardariya xwe ya li dijî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê tînin ziman
Û diyar kirin ku hata azadkirina Efrînê ew ê tu carî navberê nedin têkoşîna xwe.
RAPOR: LÎLAV DADO
KAMERA: ŞIYAR AMANOS