LI DIJÎ XIYANETA PDK’Ê GEL BI HÊRS E
LI DIRBÊSIYÊ ÊRIŞÊN DEWLETA TIRK Û XIYANETA PDK’Ê HATIN ŞERMEZAR KIRIN
Tevî bangan hemûyan jî PDK hevkariya xwe ya bi dewleta Tirk re didomîne û êrişî gerîla dike.
Li hemberî van kirinên PDK’ê gelê Kurd ê çar beşên Kurdistanê bi hêrs e.
Bi taybet jî xelkê qadên xweser ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê.
Pêkhateyên herêmê her roj bi daketina qadan vê nerazîbûna xwe tînin ziman.
Îro jî pêkhateyên Dirbêsiyê li pêşiya navenda Kongreya Star li hev civiyan dest bi meşê kirin.
Beşdaran diyar kir ku xiyaneta PDK ya li dijî gelê Kurd nayê qebûl kirin.
Û ji gel xwestin ku bi piştgiriya gerîla bersiv bidin êrişên dewleta Tirk û PDK’ê.
LI DIJÎ XIYANETA PDK’Ê GEL BI HÊRS E
LI TILTEMIR Û HELEBÊ GEL LI QADAN BÛ
Bi heman armancê meşek jî li Til Temirê hebû.
Beşdaran hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re jî wek xiyanet bi nav kirin.
Û bang li partî û aliyên siyasî kirin ku li dijî PDK helwest nîşan bidin
Bi hezaran şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê jî li hev civiyan û li dijî xiyaneta PDK’ê meşiyan.
Welatiyan silav dan berxwedana gerîla û diyar kirin ku ew ê rê nedin dagirkeriyê.