Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Li Dijî Tecrîdê Dema Azadiya Rêber Apo ye

 

2021’ê rêjîma faşîst a AKP-MHP’ê tecrîda li dijî Rêber Apo giran kir.
Li hemberî vê têkoşîneke mezin pêk hat.
Li Welêt û derveyî welêt bi Pêngava Dem Dema Azadiyê ye, azadiya fizîkî ya Rêber Apo hat xwestin.
Em îro jî berê xwe bidin beşa duyemîn a dosya ANF’ê têkildarî tecrîdê û têkoşîna ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo.

LI DIJÎ TECRÎDÊ “DEMA AZADIYA RÊBER APO YE”
2021’Ê JI ZÎNDANAN HETA DERVEYÎ WELÊT ÇALAKÎ PÊK HATIN

Rêjîma faşîst a AKP-MHP’ê 2021’ê tecrîda 22 salan a li zîndana Îmraliyê, li dijî Rêber Apo girantir kir.

Li dijî vê tecrîdê li her derê çalakî û berxwedan hebûN.

Bi taybetî bi Pêngava Dem Dema Azadiyê ye, li welêt û derveyî welêt gelek çalakî hatin lidarxistin.

Greva birçîbûnê ya bêdem û bidorvegerî ku Mijdara 2020’an hatibû destpêkirin di 12’ê Îlonê de piştî 290 rojî li zîndanan hat bidawîkirin.

Her wiha li wargehên Mexmûrê û Lavrîo ya Yûnaistanê jî çalakiyên greva birçîbûnê demeke dirêj pêk hatin.

Kurd û dostên xwe tevahiya salê li ber Neteweyên Yekbûyî, Konseya Ewrûpayê, Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê-CPT, Dîwana Edaletê ya Laheyê, dîsa li gelek welatan çalakiyên demdirêj li darxistin.

Li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî her hefte daxwaza azadiya fizîkî ya RÊber Apo hat kirin.

Ji çar aliyên cîhanê bi dehhezaran name ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonyo Guterres re hatin şandin.

Çalakiya nobeta Ji Ocalan re azadî ya li Strasboûrgê ket 10 saliya xwe.

1’ê Kanûnê ji bo 17 rojan sazî û rêxstinên Kurd û dostên wan ên li Ewrûpayê li ber Konseya Ewrûpayê çalakî pêk anîn.

Tevahiya salê ji xeynî herdu çalakiyan, berê Kurdan timî li Strasboûrgê bû.

Di salvegerên 15ê Sibatê û 9’ê Cotmehê de bi hezaran kes kom bûn.

Îsal 10’ê Kanûnê weke roja ji Abdullah Ocalan re azadî ya cîhanî hat ragihandin.

Li Kurdistanê û gelek welatan bi dehhezaran kes ji bo vê rojê daketin qadan.

Li gelek bajaran enternasyonalîst û ciwanan meşên dirêj li darxistin.

Pirtûkxaneya Gerok a Rêbertiyê li gelek bajarên Ewrûpayê geriya.

Herî dawî jî ji Yûnanistanê heta Îtalyayê keştiya ji Rêber Apo re azadî 4 rojan rêwîtî kir.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv