“KUŞTINA JINAN POLÎTÎK E”
LI DIJÎ QETILKIRINA FAÎZE, JINÊN ROJHILAT ÇALAKIYEK LI DAR XISTIN
Li bajarê Sinê ya Rojhilatê Kurdistanê 3’yê Cotmehê nuçeyek hovane derketibû hole.
Jina Ciwan Faîze Melekî ya 22 salî ji aliyê bavê xwe ve hatibû şewitandin û jiyana xwe ji dest dabû.
Li dijî vê qetilkirina hovane xelkê Rojhilatê Kurdistanê bi taybet jin nerazîbûnek tund nîşandan.
Rêxistinên mafê mirovan ên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê û civaka sivîl li ber avahiya Dadgeha Sine kom bûn û çalakî li dar xistin.
Jina di çalakiyê de bi dovîzên wek:
“Bes e ji kuştina jinan a bi navê namûsê re”
“Mafê min ên mirovî nayê nîqaşkirin”
“Em hemû Faîze ne” û “Em dixwazin qetilkirina Faîze were zelalkirin” balkişandin ser qetilkirina Faîze Melekî.
Jinan daxuyaniyek dan û zêdebûna qetilkirina jinan protestokirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin:
Her roj li Rojhilatê Kurdistan û Îranê qetilkirina jinan zêde dibe.
Divê helwesta rayedaran û bi taybetî dadgehan di aliyê kujeran de zelal be.
Ji ber em dibînin kujer bê ceza dimînin û tên berdan.
Di daxuyaniyê de hat gotin wekheviya jin û mêr, encex bi yekîtî û têkoşîna mirovên azadîxwaz a li dijî rêjîma Îranê pêk bê.
“KUŞTINA JINAN POLÎTÎK E”
LI IZMÎRÊ MEHMET SAMAN DAYIKA XWE FATMA SAMAN KUŞT
Li Tirkiyê, asta şidet û êrişên li dijî jinê ti sînoran nasnake.
Her roj nûçeyeke cûda ya hovîtiya li dijî jinê dikeve ajansan.
Merê bi navê Mehmet Saman ê 74 salî dayika xwe Fatma Saman a 96 salî bi eşkencê qetilkir.
Piştî bûyerê mêrê kujer Mehmet Saman hat binçavkirin.